Perwerde, hefteya bê li ser “Minbic û Rojava TV” tên weşandin

Prosesa perwerdeya ji dûr ve, hefteya bê bi awayekî fermî wê li ser kanala Minbic TV û Rojava TV were destpêkirin.

Rojane, wê perwerde 6 saetan li ser Televizyona Rojava bêne dayîn.

Vê der barê de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê got:

“Divê malbat, zarokên xwe di dema weşandina waneyan de bişopînin û atmosfereke guncew ji wan re peyda bikin.”

Rêveberiya Xweser di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa Coronayê de, hemû dibistan û zanîngehên li herêmê xistine betlaneyê.

Ji bo xwendekar ji xwendinê qut nebin jî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, projeya xwendina ji dûr ve da destpêkirin.

Xwendekar, wê li gel qedexekirina derketina derve, di malên xwe de perwerdeya xwe temam bikin.

Deste, wê pergala dayîna perwerdeyê bi rêya enternet, televizyon û youtubê re bide.

Li gorî derfetên heyî, wê girîngî ji madeyên zanistî, zimanê Krdî, Eebî, Ingilîzî û babetên wêjeyî re bin.

Prosesa perwerdeya ji dûr ve, hefteya bê bi awayekî fermî wê li ser kanala Minbic TV û Rojava TV dest pê bike.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku wane bi herdu zimanên Erebî û Kurdî qeyd kirine.

Li gorî Endamê rêveber ê kanala Rojava TV, rojane wê 6 saet perwerde bêne dayîn.

Ji 08:00’an heta 12:00’an

Ji 14:00’an heta 15:00’an

Û ji saet 16:00’an heta 17:00’an bi dawî dibe.

Dema her waneyekê jî 20 deqe ne.

Wane, wê di saetên derengiya şevê de jî, werin dubarekirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê girîngiya rola malbatan di vê qonaxê de destnîşan kir û got:

“Divê malbat, zarokên xwe di dema weşandina waneyan de bişopînin û atmosfereke guncew ji wan re peyda bikin.

Her wiha têbinî bigihînin kadroya perwerdeyê da ku pirsên xwendekaran bibersivînin.”

Back to top button