LI TEBQAYÊ 3 LÛLEYÊN GAZA JEHRÊ BÊ BANDOR KIR

Pisporên teqemeniyê yên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê li bakur rojhilatê bajêr 3 lûleyên gaza jehrê dîtin û bê bandor kirin.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Tebqayê, ragihand ku hêzên wan bermahiyên bi jehr ên çeteyên DAIŞ’ê ku li herêma Widyan çandibûn vedîtin.

Ev made di 3 lûleyên gazê de hatibûn bicihkirin giraniya her lûleyekê 20 kg e.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hevkariya tîmek ji Koalîsyona Navdewletî û pisporên QSD’ê madeyên di her sê lûleyan de bi şêwazekî guncew bê bandor kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn demên berê 15 lûleyên gaza kilorê li bajarê Reqayê û gundewarê başûr vedîtibû bê bandor kirin.

Leave a Reply

Back to top button