HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 10’ê Nîsanê de 42 caran êrişî çeperên berxwedanê kiriye û gerîlayan bersiva êrîşan daye.
Tevî biryara rawestandina çalakiyan ya ji aliyê KCK’ê ve êrişên dewleta Tirk a dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişan daxuyaniyeke weşand.
HPG ragihand ku çeperên berxwedanê yên li Zap û Metîna hatine bombekirin û ev agahî dan:
Di 10’ê Nîsanê de ji aliyê artêşa tirk dagirker ve li dijî çeperên me yên berxwedanê yên Sîda êriş hatin kirin.
Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û 3 caran şêr çêbû.
Heman rojê herêmên Golka û Girê Çarçêl ên Metîna du caran bi balafirên şer,
Û qadên berxwedanê 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”