Li Erebîstana Siûdî zîpik!

Li Erebîstana Siûdî bûyerek ku bi hêsanî nayê dîtin pêk hat.
Li bajarê El Baha piştî bagerê, zîpik di astekî pir zêde de bariya.

Ji ber barana zîpikê li ser rûyê erdê rengê berfê derket.

Zîpika zêde bû sedema wesayît li ser rê bimênin.

Hate dîtin ku ekîban ji bo vekirina rêyan xebatê dikin.

Rayedaran hejmara polîs û ekîbên tenduristiyê yên li bajêr zêde kirin û hişyarî dan welatiyan ku di dema ajotina nav trafîkê da tedbîrên xwe bigirin.

Li Siûdî barîna baranek xurt, zîpik û berfê pir kêm tê dîtin.

Ji ber vê yekê di rewşê n wiha de, welatiyên Siûdî bi mijarê baldarî temaşe dikin.

Rêveberiya Meteorolojiye ya Neteweyi bi daxuyaniyekê welatî li ser rewşa hewayê hişyar kirin.

Back to top button