Li Pakistanê êrişa bombeyî

Li Pakistanê hêzên ewlekariyê di metirsiyê de ne.
Di nava 24 saetên derbasbûyî êrişa duyemîn li dijî wan pêk hat.
Li eyaleta Belucistan a Pakistanê li dijî wesayîta ku endamên ewlekariyê vediguhezand êrişa bombeyi pêk hat.

Li eyaleta Belucistanê ya Pakistanê li dijî wesayîta ku endamên emniyete veduhezand êrişa bombeyi pêk hat.

Di êrişê de 2 jê polîs 4 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medya neteweyî ya Pakistanê, li cadeya herî qelebalix a li bajarê Kuetta li dijî wesayîta polîsan êrişa bombeyî pêk hatiye.

Ev êrişa duyemîn ya di nava 24 saetan de li dijî hêzên ewlekariyê pêk hatî ye.

Şeva borî (9’ê Nîsanê) li Ketta komeke çekdar êrişî polîsan kirin û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Polîsan yek ji êrîşkaran kuşt.

Back to top button