Surî Xelef Şengalî: Em di nava komkujiyê de tenê hatin hiştin

Yek ji şahidên êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê Dayê Surî Xelef e. Surî da zanîn ku DAIŞ bi dizî neketiye Şengalê û hemû cîhan bi vê yekê dizane û dibêje ku ew di nava komkujiyê de bi tenê hatine hişt in, bi saya şervanan ew rizgar bûne û ti kes nikare baweriyeke din li wan ferz bike.

Li Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê fermanek li ser Êzidiyan pêk anî.

Dema em guh bidin çîrokên berxwedan û tekoşîna wan kesên ku roja fermanê û piştê fermanê jiyan kirine, mirov dikare xwe bigihîne lepên berxwedanê.

Şengal di nava 6 salan de dîrokek ji hemû aliyan ve tije nivîsand.

Êzidî bi taybetî jinên Êzidî bûne şahidên zindî yên dîroka ku hatiye nivîsandin û hatine jiyîn.

Yek ji şahidê dîroka zindî ya li erdnîgariya Şengalê hat nivîsandin Endama Komîteya Şehîdan a Şengalê Dayê Surî Xelef e.

Dayê Surî ya ku di fermanê de du kurên xwe winda kir, ji me re ferman û berxwedana piştî fermanê pêşket vedibejê.

Surî Xelef Şengalî: Ti kes nikare baweriyeke din li me ferz bike

Her wiha Dayê Surî Xelef da zanîn ku Şengal bi awayekî vekirî li ber çavên cîhanê hat firotin.

Surî Xelef Şengalî: Şervanan Şengal bi berxwedana xwe rizgar kir

Dayê Surî di dawiyê de dibêje:

Şervanan me ji DAIŞ’ê rizgar kir, birin cihên ewle û piştre Şengal ji DAIŞ’ê paqij kirin. Şervanan zarokên me perwerde kirin, wan di van axan de kirin şervan û dema pêwîst bû bi wan re şehîd ketin, kurê min jî tevlî karwanê şehîdan bû.

Ez ê têkoşîna kurê xwe bişopînim û tu carî dest ji têkoşînê bernadim.

Back to top button