Hiqûqnas Xalid Cebir: Serhildana gelê Kurd tekane rêya azadî û rizgariyê ye

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumetên Îraq û Başûrê Kurdistanê ji hêla rewşenbîr û gelan ve hate şermezarkirin.

Taybet girtina PDK’ê ya şandeya Aştiyê û astengkirina wî ya diyalogên Kurd-Kurdî hate şermezarkirin.

Hiqûqnas Xalid Cebir derbarê êrîşên dewleta Tirk ji Hewar’ê axivî û ev nirxandin kir:

Dewleta Tirk bi êrîşên xwe ve xebatên yekîtiya Kurdî asteng dike, PDK jî dikeve xizmeta vê siyasetê.

Divê PDK neyê liîstikê vê siyasetê, li dijî êrîşan xwedî helwestbe, nebe sedema birakujiyê.”

Şêniyên Helebê: Piştgiriya PDK’ê ji dewleta Tirk re îxanet e

Her wiha şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê piştgiriya PDK’ê ji dewleta Tirk re wekî îxanet bi navkirin.

Welatiyê bi navê Romans Agirî diyar kir ku dewleta Tirk PDK’ê bi kar tîne da ku vîna civaka Kurd bişkîne.

Agirî ji PDK’ê daxwaz kir ku nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên li Hewlêrê binçav kirine, serbest berde û dev ji piştgiriya dewleta Tirk berde.

Welatiyê bi navê Xelîl Perîşan jî ji kurdan daxwaz kir ku bibin yek û li pêşberî dagirkeriyê serî hildin.

Her wiha welatiyê bi navê Seîd Bîrhat Seîd piştgiriya PDK’ê ji dagirkeriyê re wekî îxaneta li dijî Kurdan bi nav kir.

Emîne Osê: Girtina nûnerê me bi planên Tirkiyê re girêdayî ye

Girêdayî mijara Girtinan nûnerên şandeya aştiyê, Şêwirmend û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê nirxandinek wiha kir:

“Girtina nûneran hemwextî peymanên bi guman ên desthilata Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re pêk hatin ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike.

Gelê me jî li Bakur û Rojhilatê Sûryê li hember van sûcan bi xwepêşandanên girseyî helwest nîşan dan.”

Emîne Osê da zanîn ku girtina dîplomatan binpêkirina qanûnên naveteweyî ye, ji ber ku nûnerên me fermî ne, ji dema damezrandina rêveberiyê ve navendên me hene û di nava têkiliyan bi derve re ne.

Back to top button