”Li Dêrsimê komkujî bi polîtîkayên taybet didomin”

Li Dêrsîmê di 4’ê Gulana 1937’an de komkujî hat destpêkirin û 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Komkujî di 83’emîn salvegera xwe de ye. Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Çîlem Kuçuk-keleş diyar kir ku li Dêrsîmê komkujî bi polîtîkayên taybet didomin.

Di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryara Lijneya Wezîran bi navê “tenkîl û tehcîrê” komkujiya Dêrsîmê hat destpêkirin.

Îro komkujî ket 83’emîn salvegera xwe.

Di komkujiyê de 70 hezar mirov hatine qetilkirin, bi dehezaran kes hatin girtin.

Tevî evqas sal derbas bû jî Tirkiye bi komkujiyê re nehat rû hev.

Federasyona Komeleyên Dêrsîmê diyar kir ku îsal ji ber vîrusê wê li malên xwe çirayên xwe pêxin û qûrbaniyên komkujiyê bi bîr bînin.

Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Çîlem Kuçuk-keleş diyar kir ku Tirkiye bi tu qirkirinê re nehatiye rû hev û got:

Ji bo careke din komkujî neyên jiyîn divê bi komkujiyan re bên rû hev.

Li welatên Ewropa û cihên din bi komkujiyan re hatin rû hev. Ji komkujiyên hatine jiyîn ders nayê derxistin, ev sûc li dijî mirovahiyê ye.

”Daxwaza civakê ya ji bo çand û ziman, wek serhildan hat qebûlkirin”

Çîlem destnîşan kir ku wan digot belkî kal û bavên wan serî hildane û qirkirineke jenosidî pêk hatiye û dibêje:

Piştre me dît ku mijar ne serhildan e, daxwaza civakekê ya ku bi ziman û çanda xwe bijîn nehatibû qebûlkirin, ev daxwaz wek serhildan hat dîtin.

Ji ber bav û kalên me dest ji daxwaza jiyanê bernedan, rastî komkujiyê hatin.

Çîlem Kuçukkeleş dawiyê bang li hemû jinan kir ku îro ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li malên xwe çirayan pêxin.

Back to top button