Têkoşîna YPJ’ê mohra xwe li sala 2022’an da

YPJ’ê, Asayîşa Jin, Hêzên Erka Xweparastinê-Jin û HPC-Jin di sala 2022’an de roleke mezin di parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk û şaneyên DAIŞ’ê de lîstin. Her wiha gelek perwerdeyên leşkerî û pîrdozî ji bo jinan li darxistin û bi hêz, îrade û têkoşîna xwe mohra xwe li sala 2022’an dan.

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîşa Jin û Hêzên Erka Xweparastinê- Jin hev temam dikin û ji bo azadî û parastina tevahî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têdikoşin.

Di sala 2022’an jî YPJ’ê gelek destkeftî bi dest xistin û berdêlên giran jî dan.

Bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa re, roleke mezin lîst û hewldanên çeteyan têk bir.

YPJ’ê di 30’ê Nîsanê de Konferansa xwe ya 3.an li darxist.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD’ê û YPJ’ê 25’ê Tebaxa qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin.

Di encama pêngavê de YPJ’ê li kampa Holê 3 jinên Êzidî rizgar kirin.

Gelek jinên ciwan tevlî refên YPJ’ê bûn.

20`ê Nîsanê Şervana YPJ’ê Ranya Henan (Dilar Heleb), Rodîn Ebdilqadir Mihemed (Ronahî Kobanê), Cihan Nidal Elî (Kobanî) Kobanê

30’ê Gulanê şervana YPJ’ê Rehîme Xezalê (Mizgîn Botan) li ser rêya Sêgirka ya li rojhilatê Qamişloyê,

2`ê Tîrmehê jî fermandara QSD’ê Sîham Mislim (Mizgîn Kobanê), li Reqayê,

22’yê Tîrmehê ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama Hêzên YAT`ê Barîn Botan li ser rêya Qamişlo di encama SÎHA’yên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Asayîşa jin di sala 2022’an gelek xebat dan meşandin

Asayîşa Jin jî gelek xebat dan meşandan.

Ji wan tevlîbûna wê ji qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê.

Vekirina navendên xwe li herêmên ereban.

Li darxistina gelek perwerdeyê leşkerî û xwebirêxistinkirinê.

Li dijî her cure êrişên li ser herêmê jî cihê xwe li ser bendên kontorla ketina her bajarekî girtin û parastina herêmê kirin.

Hêzên Erka Xweparastinê-Jin ji bo parastina herêmê di nava tevgerê de bû

Hêzên Erka Xweparastinê-Jin saziyeke leşkerî ye û di sala 2019’an de hat avakirin.

Jinên ku cihê xwe di nav vê hêzê de digirin, bi dilxwazî tevlî bûne.

Di sala 2022’an de ev hêz ji bo parastina herêmê ji êrişên Tirkiyê û şaneyên DAIŞ’ê di nava tevgerê de bû.

HPC-Jin li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî xwe perwerde kir

Hêzên Parastina Cewherî ya Jinan di sala 2016’an de hatiye avakirin û gelek jin û dayikan pêşengiya vî karî kirine.

Di sala 2022’an HPC-JIN li ser bingeha parastina civakê kar û xebat meşand.

Di vê salê de gelek jin li ser bingeha Şerê gelê Şoreşgerî perwerde kirin.

Her wiha rojane piştî nîvro HPC-JIN perwerdeya leşkerî û bîrdozî didîtin û nêzî 6 saetan berdewam dikir.

19’ê Mijdarê Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî ya Jinê Hediye Abdullah li Dêrikê şehîd bû û ew jî tevlî karwanên nemiran bû.

Back to top button