Li bazarên herêmên hikûmeta Şamê tevgera sersalê tune

Aloziya aborî û zehmetiyên jiyanî li herêmên hikûmeta Şamê ti çareserî jê re ne hatiye dîtin. Li gelek bajarên Sûriyê li dijî vê rewşê çalakî tê li dar xistin û tê de banga hilweşîna hikûmeta Şamê tê kirin. Li Derayên di encama êirşên nenas de 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Her sal bi nêzîkatiya sersalê re welatî bi kêfxweşî li nava bazaran digerin û hazirtiyê dikin.

Lê îsal ji ber rewşa aborî ya têkçûyî, bi taybet li herêmên hikûmeta Şamê tevgera welatiyan teviziye û kirîn û firotin pir kêm e.

Her dolarekî Amerîkî nêzîka 6 hezar û 800 leyreyên sûrî bûye..

Miaşê karker û karmendan li herêmên di bin desthilata Şamê de jî encax bighêje 20 dolaran

Li Şamê bertek li dijî hikûmetê derdikevin

Li aliyê din, rewşa alozî û şer jî didome û Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarê Şamê û gundewarên wê bertek li dijî hikûmetê derdikevin.

Li taxa El-Mîdan El-Dîmeşqî, bajarê El-Kiswa û El-Hecer El-Eswed li ser dîwaran hilweşandina hikûmetê û rexnekirina rewşa jiyanî hatiye nivîsîn.

Şêniyên Dera banga hilweşîna hikûmetê kirin

Li başûrê Sûriyê jî çalakiyên gel ên li dijî hikmetê dewam dikin.

Çavdêriyê da zanîn ku ji şêniyên bajarê Casim û bajarokê El-Mizêrîb ên li Dera çalakiyek li darxistin.

Şêniyan di çalakiya xwe bang berdana girtiyan kirin û rewşa jiyanê ya zehmet anîn ziman.

Welatiyê Siwêdayê banga pêkanîna biryara 2254 kirin

Xelkê Siwêdayê jî piştgirî dan xwepêşandanên li Derayê.

Li vir jî li ser dîwaran nivîsên piştgiriya bi çalakiyên li dijî hikumeta Şamê re hatin nîşandan..

Her wiha bang berdana hêz û çekdarên Îranê ji xaka Sûriyê û pêkanîna biyara navneteweyî 2254 kirin.

Li Derayê di êrişên nenas de 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Li bajarokê El-Neîma yê li rojhilatê Derayê jî çekdarên nenas bi çekên sivik êrişî bedekî kontrolê ya hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Di encamê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û birîndar jî hene.

Li bajarê El-Senemên yê Derayê jî di encama êrişek nenas li dijî nuqeteyek hêzên hikûmetê de leşkerek hate kuştin.

Back to top button