Çalakî û xwepêşandanên gel ên li dijî hikûmeta Şamê dewam dikin.
Şêniyan Siwêdayê careke din li dijî hikûmetê derketin qadan û banga mafê xwe kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şêniyên Siwêdayê dîsa li dijî hikûmetê daketin qadan.
Bi dehan ji şêniyên bajêr li qada El Kerama kom bûn û çalakî li dar xistin.
Beşdaran di çalakiya xwe daxwaza mafên xwe kirin û gotin ku ev rewş êdî nayê tehemûlkirin.