Eseed Mihamîd yê 16 salî ku doh di êrişa dewleta Tirk ya li ser gundê Tinib yê Şerayê de şehîd bibû îro hate oxirkirin.
Her wiha xelkên Kobanê jî 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê yên şehîd bibîranîn.
Artêşa Tirk a dagirker duh (25`ê Kanûnê) gundê Tinib ê navçeya Şera bi dijwarî topbaran kir.
Di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihêmîd (16) şehîd bû û Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihamîd (18) birîndar bûn.
Îro şêniyên Şehbayê tevî Koçberên Efrînê bi merasîmekê zarokê bi navê Eseed Mihemed oxir kir.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nedêr Mislim axivî û wiha got:
“Em êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbata Eseed Mihemed re dixwazin.”
Kobaniyan 6 endamên Tevgera Ciwanên şoreşger yên şehîd bi bîranîn
Her wiha li aliyekî din sala borî di 25’ê Kanûnê de cihekî ciwanan li Kobanê hat hedefgirtin.
Di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şehîd bûn.
Her 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di salvegera êrişê de hatin bibîranîn.



