Aloziya aborî li herêmên Hikûmeta Şamê xirabtir dibe û peydakirina debara rojane gelek zehmete. Şêniyên Derayê li qadan in û banga berdan girtiyan dikin.
Aloziya li Sûriyê di her alî de kurtir bûye û di van herdû heyvên dawî de û bi ketina zivistanê re jiyana xelkê pir zehmet bûye.
Li bazarên herêmên hikûmetê Şamê rewşa jiyanî û kirîn û firon ber bi xirabûnê ve diçe.
Ji ber bêqîmeta leyreya sûrî û aloziya sotemeniyê, nirxûn hemû madeyên wek xarin, derman û cil û berg pir bilind bûne.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarê Şamê bi sedan welatî ji bo şekir peyda bikin, di rêzê de bi seatan disekinin..
Li bazara Şamê jî livûtevgereke kêm heye û kirînûfirotin pir kêm bûye.
Li hember buhabûna zêde, miaşên karmendên saziyên hikûmetê di rêjeyeke pir kêm de ye û ji bo mehekê her yek nêzî 25 dolaran digre û ev jî têre debara çend rojan nake.
Şêniyên Deraa banga berdan girtiyan li hikumeta Şamê kirin
Çalakiyên gel ên li dijî hikûmeta Şamê jî dewam dikin.
Li bajarê Casim ê Derayê çalakiyek hebû û gel banga berdana hemû girtiyan kirin û daxwaza mafê xwe anî ziman.
Ji ber Teqîna mayînekê li bajarokekî Şamê 5 welatî birîdar bûn
Her wiha şevê din li bajarokê El Besîna yê Şamê mayînek ji bermahiyê şer teqiya.
Di encamê de 3 jin û 2 zarok bi giranî birîdar bûn.
Li Şamê bazirganekî madeyên hişbir hate kuştin
Dîsa çavdêriyê eşkere kir ku li gundewarên Şamê bazirganekî madeyên hişbir rastî êrikeşe kesên nenas hatiye û hatiye kuştin.
Li Helebê û Idlbê şer- 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Di warê leşkerî de jî şer û alozî dewam dike.
Çavdêriya Mafê mirovan ragihand ku çeteyan êrişî nuqeteyên hikûetmê ên li rojavayî Helebê û başûrê Idlibê kirin.
Di encamê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.