Serokkomarê Fransa: Kurd di dilê Parîsê de bû hedefa êrişeke hovane

Komkujiya li Parîsê ya li dijî Kurdan li asta cîhanê de jî bû sedema nerazîbûn û bertekan Gelek rayedarên dewletan xemginiya xwe anî ziman û piştgiraya xwe bi gelê Kurd re nîşan da.

Li hember komkujiya li Parîsê gelek rayedarên dewletan û siyasetmedaran daxuyanî dan.

Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron, têkildarî komkujiyê li ser hesabê xwe yê twîterê daxuyaniyek da û got:

“Kurdên li Fransayê di dilê Parîsê de bû hedefa êrişeke hovane.

Em sersaxî ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û em bi malbatên wan re ne.”

Seroka Şaredariya Parîsê: Ji her demê zêdetir em bi Kurdan re ne

Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo jî li ser hesabê xwe yê twîterê bertek nîşanî komkujiyê da:

“Kurd li ku dibin bila bibin, pêwîste di nava aşitî û aramayî de bijîn.

Parîs, di van rojên reş de ji her demê zêdetir bi wan re ye.”

Serokwezîrê Elmanya piştgiriya xwe ji malbatên qurbaniyan re nîşan da

Li dijî komkujiya Parîsê ji Elmanyayê jî bertek derket.

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz jî li ser parvekirina tiwîta Emanuel Macron xemginiya xwe anî ziman û got:

“Kirineke hovane ye ku îro Parîs û Fransa hejand. Fikirên min bi qurbanî û hezkiriyên wan re ne.”

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka: Ramanên min bi civaka Kurd re ne

Wezîrê kare derve yê Amerika jî bi daxuyaniyekê tekildarî komkujiyê ev tişt got: “Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên êrişa navenda çanda kurdan a parisê re dixwazim.

Di vê roja xemgîn de ramanên min bi civaka Kurd û gelê Fransayê re ye.”

Wezîre Karê Derve yê Brîtanya: Wek brîtanya ji bo piştgirî dayînê amadene

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanya jî di peyama xwe ya têkildarî komkujiyê de wiha got:

“Me têkildarî êrişa çekdarî ya li Parîsê agahiyên trajîk girtin.

Ramanên me bi malabata qurbaniyan û xizmên wan re ne.

Wek Birîtanya ji bo piştgirîdayînê em amade ne”

“Em li dijî êrişê xemgîn û bi hers in”

Rêberê partiya çep yê Fransî jî berteka wiha anî ziman:

“Em li dijî êrişê xemgîn û bi hêrs in. 10 sal berê berê jî sê jinên rêveber li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Êdî bes e! Em tifaqên xwe kurd biparêzin.”

Konsolosxaneya Amerîka a li hewlerê derbarê komkujiyê de peyam da

Konsolosxaneya Amarîka ya li Hewlerê jî peyemeke sersaxiyê weşand û destnîşan kir ku di vê roja reş de ew bi gelê Kurd re ne.

Haştaga “Jesuiskurde” li ser tevna civakî bû tirend

Her wiha gelek kesayetên navdar û siyasetmedaran jî bi hastaga #JeSuisKurde ango “Em hemû Kurd in” piştgiraya xwe bi Kurdan re nîşan dan.

Back to top button