Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê li ser tevgera komeke kontra ku li Rojhilatê Kurdistanê ketine nava liv û tevgerê agahî da û got:
Ti eleqeya me bi komên wiha re tune û ew xwefiroşin û ji aliyê dewleta Îranê ve hatine amadekirin.
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku komeke kontra cil û bergên gerîla li xwe kirine û li Rojhilatê Kurdistanê ketine nava liv û tevgerê û ev agahî dan:
“Di demê dawî de li navçeyên Merîwan, Kosalan û Hewremanê komeke kontra bi cil û bergên gerîla ketine nava liv û tevgerê.
Ev kom ji welatiyên herêmê bacê distîne û zextê li gelê herêmê dikin.
YRK: Divê gel ji komên kontra ku li ser navê me tevdigerin baldar bin
Ev kesên di nava van koman de xwefiroş û kontra ne ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine amadekirin û ti têkiliya me wan re tune.”
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Di dawiyê de bang li welatiyan kir ku li hember kar û kiryarên komên kirêkirî yên bi vî awayî hişyar bin..