Hêzên Rizgariya Efrînê li herêma Efrîn û Ezazê di çarçoveya rêzeçalakiyên tolhildanê bi bandor li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin, çeteyek hat kuştin, 10 leşkerên Tirkiyê û çeteyên wê jî birîndar bûn.
Di çarçoveya rêzêçalakiyên Tolhildanê de; çeteyê bi navê Îbrahîm Musa el-Elî yê ku li gundê Xezewiyê hatibû kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê rêzeçalakiyan de daxuyaniyek da û encamên çalakiyan parve kir.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên rizgariyê 23’ê Mijdarê li gundê Meryemîn ê navçeya Şera baregehekî artêşa Tirk kir hedef.
Di encama çalakiyê de, 2 jê giran 7 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê birîndar bûn.
Heman rojê, hêzên rizgariya Efrînê li gundê Xezewî yê navçeya Şêrawa li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin.
Di vê çalakiyê de çeteyê bi navê Îbrahîm Mûsa El-Elî yê ji Idlibê hat kuştin.
Dîsa 23’ê Mijdarê hêzên Rizgariyê li derdora bajarê Ezazê li dijî çeteyên Tirkiyê çalakiyeke sabotajê kirin.
Di encama vê çalakiyê de jî 3 çete birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku piştî çalakiyan, gundê Malikiyê, Mer’enaz, Şewarixa, Kela Şewarixa û Elqamiyê yên navçeya Şera bi dijwarî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatin topbaran kir.