HIZBULLAHA LUBNANÎ ÇEKDARÊN XWE JI SÛRIYÊ VEDIKIŞÎNE

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nasrallah ragihand ku wan hejmara çekdarên xwe li ser xaka Sûrî kêm kirine.

Nasrallah di salvegera 13emîn a şerê Tîrmehê yê navbera Israîl û Hizbullahê de axivî.
Nasrallah diyar kir ku êdî pêwîstî bi hebûna çekdarên wî li Sûriyê nemaye, lewre ew hejmara çekdarên xwe yên li ser xaka Sûrî kêm dikin.
Nasrallah daxuyakirin ku kêmkirina çekdarên wî li Sûriyê nayê wateya ku ew ê bi temamî ji Sûriyê vekişin.
Li gorî Nasrallah, ev vekişîn ne ji ber cezayên ku vê dawiyê DYE li ser kesayetên Nasrallah birîbûne.
Daxuyaniya Nasrallah di demekê de tê, ku Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihandibû ku Hizbullaha Lubnanî bi dizî çekdarên xwe ji başûrê Sûriyê vedikişîne.

Leave a Reply

Back to top button