Çeteyan şêniyek ji gundê Şerqiya yê Bilbilê revandin

Li Efrîna dagirkirî hovîtî û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran şêniyê bi navê Fûad Ebû Elî ji gundê Şerqiya ya Bilbilê û Dilgeş Cemîl Hemo jî ji navçeya Cindirêsê revandin.
Li aliyê din jî dizî, talan û guhertina demgrafiya herêmê jî dewam dike.

Li Efrîna dagirkirî, revandina şêniyan binpêkirine rojane ku pêk tê.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê eşekere kir ku şêniyê bi navê Fûad Ebû Elî ji beriya du hefteyan, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye revandin û çarenûsa wî jî nediyar e.

Rêxistinê diyar kir ku Fûad ji gundê Şerqiya ya Bilbilê ye û li navenda bajêr dima.

Her wiha rêxistinê da zanîn jî ku Fûad sala borî jî hatibû revandin û 11 mehan hatibû girtin, piştî ku hezar dolar fidiyê da hat berdan.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Dilgeş Cemîl Hemo ji nivîsgeha wî ya pereguheriyê revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî jî revandina 23 şêniyan di nav de jî jin ji destpêka meha Îlonê belge kir.

Çeteyekî 7 dikanên Kurdan li navçeya Şiyê desteser kir

Dizî û talana mal û milkên şêniyan jî didome.

Li gorî malpera Afrîn Post, çeteyekî 7 dikanên şêniyên bi navê

Izet Kemal Bekir

Mihemed Mistefa Ke’ilo

Mihemed Xelîl Şêxo

Ednan Mihemed Elûş

Emîn Dilî Hisên li navçeya Şiyê desteser kiriye.

Çeteyan hewl da destbavêjin jinekê

Di çarçoveya guhertina demografya Efrînê de jî Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi ser mala ciwanekî kurd ku beriya wê bi 4 rojan zewicî bû, li gundê Gazê yê girêdayî navenda bajêr de girtin.

Malperê da zanîn ku çeteyan gefa revandinê li hevjîna vî xwarine û hewl dane destbavênê..

Li gorî malperê ji ber zext û gefan, her du hevjîn ji gund revîn û berê xwe dan Helebê.

Back to top button