Li Parîsê ji bo paqijiya hawîrdorê konferansek navnetewî tê li darxistin

Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ji bo çareser kirina qirêjiya hawîrdorê li Parîsê konferansa navneteweyî li darxist.
Li gorî wê pêywîste teknolojiyên ku jîngehê qirêj dikin dev jê were berdan herwiha di kêmkirina bermahiyên plastîk de gavên girîng werin avêtin.

Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) di konferansa navneteweyî ya ku li Parîsê hat lidarxistin de nexşerêya xwe ya tê xwestin heta sala 2040 ji sedî 80 bermahiyên plastîk kêm bike nirxand.

Konfirans bi beşdarbûna nûnerên 175 welatan di 27ê Gulanê de dest pê kiriye û wê heta 2’ê Hezîranê berdewam bike.

Delegeyên ku beşdarî civînan bûne, armanca dikin ku heta sala 2024’an ji gemariya plastîk a ku hawîrdorê qirêj dike çareseriyekî bibînin.

Li gorî wê pêywîste teknolojiyên ku jîngehê qirêj dikin dev jê were berdan:

Her wiha di kêmkirina bermahiyên plastîk de gavên girîng werin avêtin.

Di 20 salên dawî de bikar anîna plastîkan du qat zêde bûye

Hêjayî gotinê ye ku li gorî lêkolînên Rêxistina Pêşketinê û Hevkariya Aborî (OECD) li cîhanê bikaranîna bermahiyên plastîk di 20 salên dawî de du qat zêde bûye.

Her wiha di sala 2019’an de jî asta bikaranîna bermahiyên pilastîk gihêştiye 353 mîlyon tonî.

Dîsa li gorî heman lêkolînê, ger tedbîrên pêywîst neyê girtin, heta sala 2060 wê bermahiyên plastîk sê qat zêde bibin.

Vegerandina bermahiyên plastîk jî mijarê nîqaşê ye

Her wiha tê payîn ku rêjeya bermahiyên plastîk ên ji nû ve têne bikaranîn li cîhanê heya sala 2060-an bibe ji sedî 17.

Armanca peymanê ew e ku bi hilberîna pilasîkî re rê li ber qirêjiya jîngehê bigire.

Peymana navneteweyî ya ji bo ji holê rakirina qirêjiya plastîk a li cîhanê tê armanckirin ku di dawiya sala bê de têkeve meriyetê.

Armanca peymanê ew e ku tevahiya pêvajoya hilberên plastîk ji hilberînê heya vezîvirandinê kontrol bike û rê li ber qirêjiya jîngehê bigire.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo gihiştina lihevkirina navborî biryar hatibû dayîn ku 5 beşên danûstandinan bên organîzekirin.

Beşa yekem a muzakereyê di sala 2022-an de li Uruguay hat kirin, beşa duyemîn a muzakereyê jî li Parîsê tê kirin.

Back to top button