Hevbendiya Neda 8`ê Adarê pîroz kir, têkoşîna jinên li seranserê cîhanê silav kir û diyar kir ku ev têkoşîna jinan dê heta bidestxistina azadî û rûmetê bidome.
Hevbendiya Neda (Hevbendiya Herêmî ya Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Jinan) bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de berxwedana jinên li welatên Ereban û Rojhilata Navîn hat silavkirin û hat gotin:
Ev rêwîtiya têkoşînê ya jinan, heta ku mekanîzmayên şer û hemû rengên tundiya li djiî jinan û kêmneteweyên din ên olî û etnîk neyên bidawîkirin, dê ranaweste.
Hevbendiyê piştevaniya xwe bi têkoşîna jinên li Mexrib, Efganistan, Îran û Tirkiyê re jî nîşan da û wiha anî ziman:
“Wekheviya fîîlî û demokrasiya rasteqîn” dê wek sembola yekitiya ji bo parastina mafên jinan û avakirina siberoja mirovahiyê, bimîne.