
Duh êvarê li navçeya Misirc ya girêdayî bajarê Sêrtê qezayeke trafîkê a mîna komkujiyê pêk hat.
Di wesayîta ku şewitî de dayîka bi navê Aynûr û 5 zarokên wê ên bi navê Bêrîtan, Viyan, Bahoz, Cûdî û Rodî jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Misirc ya girêdayî bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê qezayeke trafîkê ya mîna komkujiyê pêk hat.
Buyera qezayê duh di saetên êvarê de li nêzî gundê Hishisê qewimî.
Hat ragihandin wesayîta otomîl piştî ku wergeriyaye, teqiyaye û agir pêketiye.
Dayik Aynûr Yaşar û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
Hat diyar kirin wesayîta ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Hezoyê yê berê Mehmet Yaşar diajot, dema ber bi navçeya Hezo ya Êlihê ve diçû ji kontrolê derket û wergeriya.
Di buyerê de jina bi navê Aynûr Yaşar û zarokên wê Bêrîtan a 15 salî, Viyan a 14 salî, Bahoz ê 12 salî, Cûdî ê 6 salî û Rodî ê 4 salî jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha Ajokar Mehmet Yaşar û keça wî ya 11 salî jî ji buyerê bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Dayik û zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dan li gundê Zengovî yê navçeya Hezoyê hatin veşartin.
HEDEP’ê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî qezayê peyama sersaxiyê weşand.
Di peyamê de ji malbatê û xizmên wan re sersaxî û ji birîndaran re şifa xêrê hate xwestin.