Li Îngilîstanê qanûna nû ya penaberiyê

Hikumeta Îngilîstanê biryar girt ku koçberên bi rêya kanala Manşê derbasî welat dibe asteng bike.
Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY diyar kir ku ev tişt derbê li hiqûqê bide.

Li gorî pêşnûmaya qanûnê ya ku Wezîra Karê Navxweyî ya Îngilîstanê Sûella Braverman pêşkêş kiriye, kesên bi rêya qaçaxî li ser kanala Manşê re derbasî welat bibin, wê yan werin girtin an jî werin dersînokirin.

NY bertek nîşanî qanûna nû ya Îngilîstanê da

Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY li dijî vê planê derket û got;

“Gelek kes ji ber şer û zilmê reviyane û nikarin pasaport û vîzeyê bi dest bixin.

Eger rêyên qanûnî tunebe, ev tişt tê wateya redkirina mafê parastinê.

Nûnerê Konseya Penaberan Enver Solomon diyarkir kesên bi keştiyên biçûk tên Îngilîstanê piranî ji Efxanistan, Îran û Sûriyeyê ne.

Divê ji bo penaberan nêzikatiyeke nû were avakirin.

Hiqûqnas û rêxistinên civakî ên sivîl diyar dikin ku vê pêşnûmaya qanûnê li dijî Peymannameya Penaberan a NY ye û tê wateya desteserkirina mafên penaberan.

Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY bang li hikumeta Îngilîstanê kir ku bila nêzîkatiyeke mirovî bike û li gorî Peymannameya Penaberan a sala 1951’an tevbigere.

Back to top button