Li ser Sûrî bazarên welatan

Di wextekî ku Tehran, Enqere û Moskow li ser xaka Sûrî bazarên nû dikin de, Meclisa Nûneran a Amerîka ji bo vekişîna hêzên xwe yên li Sûrî dengdan pêk anî.
Endamên meclisê vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê red kirin.
Li aliyekî din jî li Moskow civîneke 4 alî ya bazara nû li ser Sûrî pêk tê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya niha eşkere iribû ku wê nêzî 900 leşkerên xwe ji Sûrî vekişîne.

Li Meclisa Nûneran a Amerîkî, pêşnûmeya vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê ket dengdanê.

Pêşnûmeya li ser vekişîna hêzên Amerîka ji Sûrî hat red kirin

Pêşnûme ji aliyê parlementerê Komarî Matt Gaetz ve hatî pêşkêş kirin.

Pêşnûme bi 321 dengên “na” li hemberî 103 dengên “erê” hat redkirin.

Ji Demokratan 56 û ji Komarîyan 47 parlementer piştgirî dan pêşnûmeyê.

Gaetz diyar kir dibe ku Amerîkiyan meraq bikin ka Sûriye çawa bûye qada pêşbaziya hêzên mezin û bal kişand ser hevkêşeya tevlihev a li Sûriyê derketiye holê.

Gaetz piştgirîya welatên Kendavê ji muxalefetê re bibîrxist û îşaret bi destwerdana Îranê ya di Sûriyê de kir.

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoyê yê Partiya Komarparêz Michael McCall got;

Amerîka par bi hevkarên xwe re beşdarî operasyonan bû.

Di encamê de 466 DAIŞ′î hatin kuştin û 250 jî hatin girtin.

Lê eger Amerîka hêzên xwe niha vekişîne, wê careke din DAIŞ zindî bibe.

Senator Ryan Zinke jî got:

“Yan em ê li vir şerê wan bikin, an jî li Sûriyê.

Yan em ê şerê wan bikin û li Sûriyê têk bibin, yan jî li kolanên welatê xwe şerê wan bikin.”

Li Moskowê bazarên nû yên li ser Sûrî

Li aliyekî din, plana bazarên nû li ser xaka Sûrî tê gerandin.

Piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê Îranê bo Tirkiyê, derket holê ku wê civîneke 4 alî li paytexta Rûsya Moskowê pêk were.

Di civînê de, wê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye hebin.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ev serdan ji bo nêzkirina hikumeta Şamê û Enqerê ye.

Her wiha weke gaveke ji bo desketiyê di destê şefê rejîma Tirkiyê Erdogan ya bo hilbijartinê ye.

Back to top button