”Bikaranîna kîmyewî nîşaneya binkeftina Tirkiyê ye”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim anî ziman ku bikaranîna dewleta Tirk ji çekên Kîmyewî re binkeftina wî di şerê li dijî gerîla de nîşan dide û da zanîn ku PDK’ê bi wî re hevkare û sûcên wî vedişêre. 

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê bikaranîna çekên Kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û hevkariya PDK’ê pêre ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim diyar kir ku bikaranîna dewleta Tirk ji çekên Kîmyewî re binkeftina wî di şerê li dijî gerîla de nîşan dide û ev tişt anî ziman:

”Gerîla ji bo gelê Kurd alava xweparastina rewa ye. Ji ber vê dewleta Tirk bi hovîtî êrişî gerîlayan dikin. Em jî van tiştan dibînin.

Gerîla berxwedanê geş dike. Dema ku dewleta Tirk di şerê li dijî gerîla de bi bin ket îca dest bi bikaranîna çekên Kîmyewî kir.

”PDK’ê sûcên dewlea Tirk vedişêre”

Salih Muslim balkişand ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û got: ”Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên Kîmyewî hin kesan xwest biçin lêkolîn bikin.

Lê PDK’ê ev kes asteng kir. Li wan deran nexweşxane jî tijî ne. Mexdûrên çekên kîmyewî li nexweşxaneyên wê derê bi veşartî tên tedawîkirin.

Destûr nayê dayîn ku ev kes bi kesên din re bidin û bistînin. Me dewleta Tirk fêm kir ew dijmin e lê gelo Kurdên din? Çima bêdeng dimînin?

1200 maskeyên gazê ji gerîla re hatibû şandin. Ev ne ji bo şer bû ev ji bo parastina ji çekên kîmyewî bû. PDK’ê rabû ew mask desteser kirin.

Derdê PDK’ê ev e ku wê çiqasî petrol firotiye û çiqasî pere qezenc kiriye. Rûmeta gelê Kurd ne li xema PDK’ê ye. PDK li ber çavê hemû kesan îxanetê dike.

Ev şermeke mezin e. Birayên te dikujin lê tu bêdeng î. Ma ev ne şerm e? Tu çima sûcên dijmin vedişêrî? Tu ji bo çi van tiştan dikî.”

”Ji bo hebûna xwe em ê li ber xwe bidin”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim dawiyê de piştrast kir ku ew ê li hember dijminê zalim û ji bo parastina hebûna xwe dê li ber xwe bidin.

Back to top button