HPG’ê: Êrişên artêşa dagirker li dijî herêmên parastinê yên medyayê dewam dikin

Bi balafir, helîkopter, tank, top, çekên kîyewî û gazên jehrê, artêşa Tirk ji meha Nîsanê ve êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê dike. Di van êrişan de gelek caran cih û warên sivîlan jî dibin armanc. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de têkildarî êrişên artêşa Tirk ev agahî biparve kirin:

13 û 14’ê Mijdarê li herêma Zapê, qadên Girê Amediyê û Gundê Fileha ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin bombardumankirin.

Dîsa li Zapê 14’ê Mijdarê Kela Bêdewê, Kûnîşka û Girê Şehîd Simko bûn armanca êrişa helîkopteran.

Li herêma Metînayê jî roja 13’ê Mijdarê derdorên gundên Kêste û Hirorê ji aliyê helîkopterên şer ve hatin bombardimankirin.

Hemwext, balafirên şer êrişî Qada Golka kirin.

Li herêma Çemkanê ya Duhokê jî balafiran derdora gundê Dêrîkê bombardiman kirin.

15’ê Mijdarê li herêma Xakurkê jî derdora Çemê Lolanê ji aliyê balafirên şer ve êriş hebû.

Back to top button