Ji cîhanê peyamên pîrozbahiya Newrozê

Ji cîhanê jî peyamên pîrozbahiya Newrozê hebûn.
Serokê DYA Joe Biden, Wezîrê Karê Derve yê DYA, Sekreterê Giştî yê NY û Serokwezîrê Kanada bi peyamên cuda cejna newrozê pîroz kirin.

Ji lîderên cihanê jî peyama pîrozbahiya Newrozê hate dayîn.

Serokê DYA Joe Biden, têkildarî cejna newrozê ya mizgîniya biharê ye daxuyaniyek nivîskî weşand.

Joe Biden, ji Îranê heta naverasta Asya, Rojhilata Navîn û Ewropa cejna Newrozê li her kesî pîroz kir.

Biden îşaret bi zoriya ku vîrûsa Corona dayî avakirin kir û wiha got.

Piştî ewqas windahî û êşan divê em bibîrbênin ku rojên xweş li pêşiya me ne.

Divê ji bo azadî, xweşî û xweşbîniyê em bi hevre kar bikin.

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken bi peyameke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir.

NY: Newroz îsal ji yên berê girîngtire

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres peyamek belavkir û ragihand, Newroza îsal ji yên berê girîngtir e.

Antonio Guterres bi boneya Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Guterres di peyama xwe de îşaret bi girîngiya Newrozê kir û got, Newroz her sal wateya nûbûnê ye û tekez jî kir, Newroza îsal ji yên berê girîngtir e.

“Di demekê de ku ku cîhan hewl dide bi ser şewba Coronayê de zal bibe, Cejna Newrozê dibe sedema nûbûn û başbûneke baştir û dadperwerane û bi sirûştê jî di nav hemahengiyê de ye.”

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres tekez kir, ev qonax ji bo hevgirtin û hevkariya civak û nifşan ji berê gelek girîngtir in.

Kanada: Hemû rojên we Newroz û Newroza we jî pîroz be

Her wiha beriya niha Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi zimanê Kurdî Newroz li hemû gelên cîhanê pîroz kir.

Justin Trudeau bi peyameke vîdyoyî Newroz pîroz kir û ragihand,

“Civakên Faris, Efxan, Kurd, Zerdeştî, Behayî, Naverasta Asyayê û Îsmaîliyan li Kanada û cîhanê ahenga Newrozê û sala nû ya Farsî digêrin.

Ev ew dem e ku hevrê û malbat bi hev re kom dibin.

Back to top button