Şêx Himêdî Deham serdana fermandariya QSD`ê kir

Bi boneya cejna Newrozê Hevserokatiya Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî serdana Fermandarê Giştî yê QSD’ê kir.

Di serdanê de El-Hadî Newroz li gelê Kurd û QSD’ê pîroz kir û wiha got: ” bi navê tevahiya herêmê em Newroza General Mezlûm Ebdî pîroz dikin û hêvî dikin ev welat bi ewle û aram be.”

Deham El-Hadî cejna Newrozê li QSD’ê pîroz kir û wiha domand: “Eger em nikarin parastina tevahî Sûriyê bikin, em ê herî kêm parastina cih û ware xwe bikin.

Her wiha Hevserokê Herêma Cizîrê teqez kir ku ew û QSD’ê yek in û wê heta aramî, ewlekarî û geşbûn vegere, di yek xendekê de parastina xwe û welat bikin.

Serdan bi nîqaşên her 2 aliyan ên li ser mijarên meydanî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

Back to top button