Wezîrê Karê Derve yê Amerîka rahgihand, DYA amade ye ku cezayên aborî û dîplomasî li ser Rêjîma Sûrî û hemû welatên piştgiriya wê dikin bisepîne.
Mike Pmpeo diyar kir ku, “operasyonên li Idlibê aramiya li herêmê û agirbesta li gorî birayara Konseya Ewlekariyê 2254 têk dibe”
Pompeo di daxuyaniya xwe de got “Amerîka van êrîşên bê bihane li ser welatiyên Bakur û Rojavayê Sûrî şermezar dike û daxwaza rawestandina şer û vekirina rê li pêşiya rêxistinên alîkariyê dike.”
Koşka Spî jî ragihand ku,” Serokên Amerîka û Tirkiyê piştî peywendiyekê, li hev kiriye ku divê şerê li Idlibê were rawestandin”.