Hemwextî dorpêçkirina nuqteya Tirkî li Meer Hetat, Dewleta Tirk konvoyekî leşkerî şand Idlibê..
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, ew konvoyê ku ji 30 maşîneyan pêk tê, alavên leşkerî û lojistî di dergehê Kefer Losîn re derbasî Başûrê Idlibê bû.
Li gorî wê, Tirkiyê plan dike, nuqteyeke din a bi navê çavdêriyê li wê herêmê ava bike û beriya çend mehan cihê wê destnîşan kiriye..
Hemwextî wê jî, Rêjîma Sûrî nêzîkî bajaroka Meeret El-Numan a Idlibê dibe û li Rojavayê Helebê jî şerê bi komên çete yên Dewleta Tirk re didomîne..



