Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker leşkerekî Rêjîmê jiyana xwe ji dest da

Berxwedana Rûmetê di roja 29’an de. Şervanên QSD’ê careke din bi derbên xurt bersîv dan êrîşên dagirker yên dewleta Tirk û çeteyên wê. Şervavên QSD’ê depoyên genim ên Xefetsalim, gundê El-Mesûdiyê yê başûr rojhilatê Girê Spî û gundê Qenterî yê nêzî rêya navdewletî bi temamî ji artêşa Tirk û çeteyên wê paqij kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Hewaliko yê rojavayî Girê Spî kirin.

Di encama êrîşê de leşkerekî rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

QSD’Ê DEPOYÊN XEFETSALIM JI ÇETEYAN PAQIJ KIR

Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de depoyên genim ên Xefetsalim a Girê Spî ku beriya niha bi 10 rojan ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatibû dagikirin, ji çeteyan paqij kirin.

LI GUNDÊ KEFIFE 11 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di heman demê de, şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, li gundê Kefifa ya Girê Spî bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan.

Di encamê de, 11 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin û cenazeyên wan li qada şer man.

Her wiha 6 çete jî birîndar bûn.

Çekeke çeteyan jî kete destê QSD`ê û şervanan li gund çebilxane û amûrên çeteyan teqandin.

QSD’Ê GUNDÊN MESÛDIYÊ Û QENTERÎ PAQIJ KIR

Ji aliyekî din ve şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de gundê El-Mesûdiyê yê başûr rojhilatê Girê Spî, gundê Qenterî yê nêzî rêya navdewletî bi temamî ji artêşa Tirk û çeteyên wê paqij kir.

Leave a Reply

Back to top button