“Bêdengiya rêxistinên hiqûqî û civata navnetewî erêkirina tecrîdê ye”

Ji bo şermezarkirina biryarên qedexeya hevdîtinê û ′cezayên dîsîplînê′ ya li dijî Rêber Apo niştecihên ji Şêxmeqsûdê ya Helebê bertek û hêrsa xwe nîşan dan.

Bedran Hemo yê ji niştecihên Şêxmeqsûdê têkîldarî tecrîd û biryara dawî ya li dijî Rêber Apo ev tişt anî ziman:

“Ev yek ji me re tiştekî eşkere dike, ew jî bandora fikrê Rêbertî li ser gelan e.

Rejîmên desthilat jî ji vê belavbûna wan fikran ditirsin.

Dewleta Tirk di bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî de erêkirinekê dibîne û cezayên dîsîplînê ferz û rewa dike.”

Welatiya bi navê Hêvîn Mihemed a ji heman taxê li ser mijarê wiha got:

“Ji ber ku fikrê rêbertî demokrat e û dikeve xizmetî hemû civakan û ne desthilatan, dewleta Tirk a dagirker cezayên dîsîplînê li dijî wî dibire da ku wî ji gel qut bike.”

Welatiya bi navê Aytan Reşo jî diyar kir ku hevdîtina bi parêzer û malbatê ya Rêber Apo mafekî rewa ye.

Li Cenevrê tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin

Back to top button