Dahatên budçeya sala 2021`an 244 milyon û 657 hezar dolar e

Desteya Darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê budceya giştî ya sala 2021’an ku di 28’ê nîsanê de erê kiribû, hin detayên wê eşkere kir.
Şêwirmendê Qanûnî yê Desteya Darayî Mihemed Bekir eşkere kir ku dahatên budceya giştî ya Rêveberiya Xweser a sala 2021`an, 244 milyon û 657 hezar dolar e.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya di 28`ê Nîsanê de budjeya giştî ya sala 2021`an erê kir.

Şêwirmendê Qanûnî yê Desteya Darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Bekir têkildarî budjeya giştî ya Rêveberiya Xweser a 2021`an hin deta eşkere kirin.

Mihemed Bekir eşkere kir ku dahatên budjeya giştî ya Rêveberiya Xweser a sala 2021`an, bi qasî 244 milyon û 657 hezar dolar e.

Dahat û lêçûnên sabît ên sala 2021’an 171 milyon û 599 hezar dolar e

Bekir diyar kir ku dahat û lêçûnên sabît ên li ser asta Rêveberiya Xweser hatin diyarkirin 171 milyon û 599 hezar dolar e.

Mihemed Bekir daxuyand ku 95 milyar lîreyê Sûriyê ji bo zêdekirina mûçeyan hatiye veqetandin.

Bekir da zanîn ku budçeya navendî ya taybet a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 48.39 % , lê budçeya herêmî ya taybet a Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 51,61%.

Mihemed Bekir diyar kir ku hejmara karmendên Rêveberiya Xweser 125 hezar e, ji wan 120 hezar karmend sabit in û yên din jî bi eqidan kar dikin

û da zanîn ku di projeya budjeyê de biryar hat dayîn ku hejmara karmendan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta herêm û rêveberiyên din 5% zêde bibe,

Bekir destnîşan kir 7 hezar derfetên kar ku di budjeyê de hatin piştrastkirin dê tu şer û merc ji erkdarkirina wan re tune bin, her kesê xwedî bawernameya zanîngehê yan jî bê bawername, dikare kar bike û erkdarkirina wan dê li gorî pêwîstiyan be.

Back to top button