Li gundê Xirbet Şiîr yê Til Temir mayînek çeteyan teqiya 7 Karkerên werşa kehrebeyê birîndar bûn

Li gundê Xirbet Şiîr yê Til Temirê 7 karkerên werşeya kehrebeyê dema dixwestin torên kehrebeyê sererastbikin bikin, mayinek çeteyên dewleta Tirk danîbûn bi wan te teqiya.

Îro tîma sererastkirina torên kehrebeyê derket ku torên kerhebeyê yên li gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê sererast bike.

Di dema gihîştina tîmê ji gundê Xirbet Şiîr yê Til Temirê de mayina çeteyan teqiya.

Di encama teqînê de 7 karker birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Til Temirê.

GUNDÊN ŞERA, ŞÊRAWA Û ŞEHBAYÊ HATIN TOPBARANKIRIN

Li aliyê gundewarên Efrîn û Şehbayê topbarana dagirkeriya dewleta tirk dewame.

Îro dewleta Tirk gundên Meranaze, Malikiyê, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şerayê topbaran kir.

Her wiha gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa û bajarokê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê jî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Li gorî agahiyan, di encama topbarana bajaroka Şêx Îsa de, 2 sivîl birîndar bûne.

Back to top button