Di êrîşa li eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê pêk hat de, 8 kes mirin

Di êrîşa li bajarê San Jeso ya eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê pêk hat de, 8 kesî jiyana xwe ji dest da.

Doh, di êrîşek li nêzî şirketa veguhestina komî ya bajarê San Jese ya Kalîforniyayê pêk hat de, 8 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya polîsên xwecihî, hate gotin êrîşkar jî hatiye kuştin û 8 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Hate ragihandin ku êrîş li nêzî şirketa Valley Transportation Authorty ya veguhestina komî ya herêmê pêk hatiye.

Biden fermana daxistina alê heta nîvî da

Serokê DYA Joe Biden jî ji ber bûyerê ferman da ku alan heta nîvî daxin.

Joe Biden careke din, ji ber bûyerên kuştinê yên li welat hêrsa xwe nîşan da û got, “Êdî bese”.

Biden ji bo qanûna çekê ya di kongreyê de bilez dervikeve jî ev bang kir.

Bi her fişekekê ku dibe sedema mirina kesekê, rihê gelê me parçe parçe dike.

Em dikarin zêdetir bikin û divê bikin.

Back to top button