Dewleta Tirk a dagirker li derdora navçeya Til Temirê xendeqan dikole.
Çavdêriya Sêrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li derdora eniyên navçeya Til Temirê û heta gundê Eliya yê gundewarên bajarê Hesekê xendeqan dikole û satirên axê bilind dikin.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk jî li gundên ku dikevin li ser eniyên şer nehiştin ku zeviyên xwe biçînin.