Hevserokê Meclisa Kantona Şebayê Cûma Kalo diyar kir ku rakirina sîstema hevserokatiyê bi hewldana “Dûrxistina jinan û lawazkirina edaleta civakî” bi nav kir.
Cûma got:
“Ev daxwaz ne yê ENKS’ê ne lê belê daxwazên dewletên kapîtalîst ên ku jin dûr xistin û nehiştin ku roleke çalak di tevahî qadên jiyanê de bilîzin.
Armanc ji vê yekê, ew e civak bêhêz bibe û komkujî li dijî gelên herêmê, bi taybet li dijî jinan pêk bîne.”
Kalo destnîşan kir ku bi sîstema hevserokatiyê em dikarin edaleta civakî û rêveberiya durist pêk bînin.
Di dawiyê de, hevserokê Meclisa Kantona Şebayê Cûma Kalo da zanîn ku divê ENKS ji bin bandora ajandeyên desthilata Tirk derkeve.