Salih Gedo: Divê her kes vegere nuxtên xwe yên berê

Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo hişyariya ji şerê birakujiyê kir û daxwazkir ku divê herkes vegere nuxteyên xwe yên berê, ev şer wê xizmeta dijminên gelê Kurd bike.

Têkildarî daxuyaniya Barzanî, egera rûdana şerê navxweyî û ziyanên wê, sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo ji Televizyon me re axivî.

Salih Gedo diyar kir ku şerê birakujiyê “nayê qebûlkirin û qedexe ye” û ji bo gelê Kurd xeta sor e.

Gedo hişyarî ji derketina şerê navxweyî kir ku tenê xizmeta dijminê kurdan dike û wiha domand:

“Divê em baş bizanibin ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyên hestiyar re derbas dibin û herdu li pêşberî gef û xeteriyên mezin rû bi rû ne.

Ya ku îro li Başûrê Kurdistanê ji aloziya kurdî-kurdî rû dide xizmeta kurdan nake, lê belê xizmeta dijminên kurdan dike.”

Gedo destnîşan kir ku gelê Kurd aloziya dawî ya di navbera kurdan de red dike û bang li hemû aliyan kir ku li nuqteyên xwe yên berê vegerin û ji şer dûr bikevin.

Back to top button