Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Îro danê êvarî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Qîrata, Hoşeriyê û Catêyên yên bakurê û rojhilatê Minbicê topbaran kirin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Qizelî yê rojavayê Girê Spî topbaran kirin.
Têkildarî zirarên herdû êrîşan ti agahî heta niha nehatine bidestxistin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, îro di saetên nîvro de gundewarên navçeya Eyn Îsa, kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundê Seyda yê bakurê kampê topbaran kir.