Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Mala Parastina Zarokan li bajarê Hesekê vekir

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Sarûxan li ser vekirina Mala Zarokan ya Hesekê diyar kir ku piroje berdewaniya vekirina navenda Rimêlanê ye, çemkî ya dawî têra zarokan nedikir.

Bi destekdayîna Ajansa Pêşkeftina Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Mala Parastina Zarokan li Bajarê Hesekê ji bo pêşwazîkirina zarokên ku malbatên xwe windakirine bi merasîmekê vekir.

Di merasîmê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser her wiha kesên ku bi pirojê rabûne, beşdar bûn.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê da zanîn ku ev proje ji bo pêşeroja welat di rêya perweredekirina zarokan de gaveke mezin e.

Her wiha Zeyneb Sarûxan diyar kir ku Ajansa “USAID” a amerîkî piştgiriya projeyê ji aliyê aborî ve kir, ji ber wê ev proje bi lez hat avakirin.

Zeyneb Sarûxan bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku piştgiriya wan ‎zarokan bikin.

Hat ragihandin ku hejmara zarokên ku niha navên xwe tomar kirine gihaştiye 45`an bi temenên cuda.

Back to top button