Çeteyên DAIŞ’ê li Hemyayê nêzî 30 kes kuştin

Çeteyan li çolistana Hemayê êrişî kesên ku li kîvkaran digerin kirin û nêzî 30 kesî kuştin.
Hêzên Hikûmetê û çeteyan li herêma Bêçek, bi çekên giran şerê hev kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Hemayê êrişî kesên ku li kîvkaran digerin kirin.

Di encamê de heta niha 26 kes ji wan 10 leşkerên hikmûetê ne, hatin kuştin.

Her wiha li heman herêmê kesek ku ew jî li kîvkaran digeriya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate kuştin.

Li herêma bêçek hêzên hikmûetê û çeteyan şer kir

Her wiha çavdêriya Sûrî diyar kir ku li Herêma Bêçek di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şerekî dijwar qewimî.

Hêzên Hikûmet û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarê başûrê Idlibê bi çekên navîn şer kirin.

Hêzên hikûmetê jî gundewarê başûrê Idlibê û gundewarê rojavayî Hemayê bi çekên giran topbaran kir.

Çeteyan jî bi heman rengî nuqteyên hêzên hikûmetê yên li gundewarê rojavayê Helebê dan ber topan.

Tê gotin ku di encama êrişan de gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Back to top button