Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şervanên HRE’ê Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn ên ku di qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, oxir kirin.
15’ê Nîsanê, di qanaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê HRE Mehmûd Îbrahîm (Cîlo Baliya) û Xabûr Efrîn şehîd bûn.
Îro Şêniyên Herêma Efrînê bi merasîmekê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê şehîd oxir kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tîlîliyên dayikan hatin veşartin.



