Efxanistan-hejmara kuştiyên li Kandaharê gihişt 35’an

Doh li Efxanistanê li dijî mizgefteke Şîiyan, êrişa bombeyî pêk hat.
Di encamê de herî kêm 35 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
Hefteya derbasbûyî dîsa li dijî Şîiyan êriş pêk hatibû.
Baskê çeteyên DAIŞ’ê yê Efxanistanê berpirsiyarê êrişê girtibû ser xwe.

Bûyê li bajarê Kandaharê rû da.

Li mizgefta Şîiyan dema nimîja Înê, 3 teqînên mezin pêk hatin.

Di encamê de herî kêm 35 kes hatin kuştin û derdora 70 kes jî birîndar bûn.

Desthilata Talîbanê ragihand ku wan dest bi lêpirsînê kiriye.

Hefteya derbasbûyî li bajarê Kunduzê dîsa li dijî mizgefteke Şîiyan êriş çêbû.

Di encamê de 46 kes hatibûn kuştin.

Baskê Xorasan ê çeteyên DAIŞ’ê berpirsiya êrişê girtibû ser xwe.

Talîbana ku di wextê xwe de gelek caran êrişî Şîiyan kiribû, demê dawî li gorî sozên dane civaka navneteweyî îdîa kir ku ew ê mafên wan biparêze.

Back to top button