Îsraîl li Sûriyê herêma Himsê kir armanc

Îsraîl êrîşên xwe li Sûriyê didomîne.
Doh bi şev bajarê Himsê ya Sûriyê bû armanca êrîşên Îsraîlê.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANA’yê hat gotin ku li Himsê pergala parastina hewayî bi êrîşan re rû bi rû ma.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku moşekên Îsraîlê li Himsê, Qusayirê ketin.

Di heman demê de çavdêriyê diyar kir ku cihên hatine armanckirin xalên leşkerî yên Hizbûllaha Lubnanê û hêzên rejima Sûriyê ye.

Li gorî SOHR’ê êrîşên Îsraîlê ya di 30’ê Çileyê de biryargehên li herêma Seyîde Zeynep a nêzî Şamê komên çekdar ên girêdayî Îranê jî di nav de 8 kes miriye.

Beriya niha jî Îsraîlê di 20’ê Çileyê de êrîşeke hewayî li dijî avahiyeke li gundewarê Mezze ya Şamê kiribû.

Di vê êrîşê de di nav de Şêwîrmendên Pasdarên Îranê 13 kes hatibû kuştin.

Hejayî bibîrxistinê ye ku Îsraîlê salên borî li Sûriyê bi sedan êrîşên hewayî pêk anî

û di van êrîşan de tesîsên girêdayî rejîma Sûriyê, depoyên çekan her wiha cihên girêdayî hizbûllah û Îranê kirin armanc.

Back to top button