Aram Hena: Bi hebûna dagirkeriya Tirk metirsiya li ser sivîlan zêde dibe

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena diyar kir ku hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê, xeteriya li ser pêkhateyan nû dike. Hena bang li civaka navnetewî û Rûsyaya garantor kir ku sûcên Tirkiyê rawestînin.

“Xeteriya dubarebûna senaryoya qirkirina 1915’an, bi hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê, li ber deriyan e.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena bi van gotinan metirsiya xwe ji êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê anî ziman.

Li gel êrîşên domdar ên Artêşa Tirk li ser herêmê, Aram Hena dibêje ku binpêkirinên çetayan jî rojane li dijî sivîlan hene.

Hena diyar kir ku heta niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li gorî lihevkirinên agirbestê yên bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine, tev nagerin.

Aram Hena: Divê hêzên Rûsî berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Berdevê Meclisa Leşkerî ya Suryan bal kişand ser rola hêzên Rûsyaya garantor li herêmê û îşaret bi xemsariya wê li hemberî rawestandina êrîşan kir.

Hêzên Rûsî ku xwe wekî garantor dibînin, ji bo rawestandina kirinên Tirkiyê li herêmê, li gorî ku tê xwestin kar nake.

Mînak; berî demekê li ser rêya M4 çeteyan diziya sivîlan kir, tevî karwana Rûsyayê li wir bû jî, lê ti helwest li hemberî van binpêkirinan nîşan neda.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî, ji lewma careke din bang li hêzên Rûsyayê kir ku rola xwe wekî garantorê rasteqîn li herêmê pêk bîne û lihevkirinan li ser erdê pêk bîne.

Em bang li aliyên çalak ên li herêmê dikin ku daxwazên me yên rizgarkirina herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî bi cih bînin, bi rastî tev bigirin û li xwediyên wan ên resen vegerînin.

Li dijî êrîşên dagirkeran, Aram Hena ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest ku li derdora QSD’ê kom bibin û piştgiriya wê bikin.

Back to top button