KNK serdana Tevgera Azadî, YNK û meclisa Helebçeyê kir

Şandeya KNK’ê di çarçoveya pêşîgirtina li şerekî navxweyî duh bi Tevgera Azadî, YNK û cîgirê waliyê Helebceyê re hevdîtin kir.

Di hevdîtina bi Tevgera Azadî re, herdu aliyan girîngiya çareseriya bi rêya diyalog û guftûgoyan anîn ziman.

Ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan jî, bal kişandin ser lidarxistina kongreya neteweyî.

Şandeya KNK’ê, paşê serdana Navenda Buroya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan-YNK’ê a li Silêmaniyeyê kir.

Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û der barê encamên civînê de hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şandeyê her wiha serdana meclisa parêzgeha Helebceyê jî kir û ji aliyê Cîgirê Waliyê bajêr Kawe Elî ve hate pêşwazîkirin.

Cîgirê Walî piştgiriya xwe bi hemû hewldanên KNK’ê yên ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî ragihand.

Back to top button