Çete di bi navê cejnê bace ji şêniyên Efrînê distînin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dagirkeriya Tirk di bin navê ” Cejnê ” bace ji şêniyên Efrînê û navçeyên wê distînin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çete di bin navê “Cejnê ” bace li ser şêniyên Efrînê ferz kirine.

Çete li bajarê Efrînê 15 hezar L.S bace ji xwediyên dikanan standine.

Her weha li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê jî bace ji zêdetirî 90 malên kurd standine.

ÇEte li navçeya raco ya Efrînê mûsima kerez talan dikin.

Li gundê Zerka yê navçeya Raco jî ji ber şêniyê bi navê Mihemed Aslan berhema Kerez li ser riya gund difrot, çete wî êşkence kir.

Li heman navçeyaê jî, çete ji xwediyên zeviyên kerez re diyar kir ku çinîna mûsima îsla dê bi erîniya wan be.

Çavdêriyên herêmî dan zanîn ku firotina berhema kerez dê bi riya çeteyên dagirkeriya Trik be.

Back to top button