Şandeya KNK’ê bi sekreterê Hizba Komunîst re civiya

Serdan û civînên şandeya KNK’ê ya bi partî û saziyên Başûrê Kurdistanê re dewam dikin.

Îro jî Şandeya KNK’ê li bajarê Hewlêrê bi sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmud re civiya.

Di civînê de behsa rewşa niha ya li Başûrê Kurdistanê û metirsiya şerekî navxweyî di nava Kurdan de, hate kirin.

Hat gotin ji bo rê li ber şerê navxweyî were girtin, divê hemû karên pêwîst were kirin.

Her wiha Şandeya KNK’ê bi Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê re civîn pêk anîn.

Hat diyar kirin, Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê dijberiya xwe a dijî şer aniye ziman û xwestiye pirsgirêk bi danûstandinê bên çareserkirin.

Back to top button