YEKÎTIYA EWROPAYÊ JI BO LÊGERÎNA GAZÊ LI QUBRISÊ DÎSAN ENQEREYÊ HIŞYAR DIKE

Yekîtiya Ewropayê ji bo lêgerîna gazê dîsan hişyariyê dide Enqereyê.

Şandiyên Yekîtiya Ewropayê di serdana xwe ji Qubrisê de ragihand ku gelek metirsiyên wan hene û got:

Em bang li Tirkiyê dikin rêzdariya serweriya Qubrisê bike û tiştekî derqanûnî neke.

Eger Tirkiyê bi israr e, Yekitiya Ewropayê wê bersivê bide û bi temamî piştgiriya Qubrisê bike.

Wezareta karê derve ya Qubrisê teqez kir ku Tirkiyê bi kirinên xwe ewlehiya rojhilatê Deryaya Spî dixe metirsiyê.

Tirkiyê ji sala 1974’an ve piştî bersivdayîna derbreya leşkerî ya Qubrisiyên Yonanê ku xwestin giravê tevli Yonanê bikin, beşa bakurê giravê xist bin serweriya xwe.

Beriya vê Qubrisê gelek peymanên girêdayî lêgerîna sotemeniyan bi kompaniyên cîhanî mezin re muhr kirine.

Di destpêka Gulanê de hikumeta Tirkiyê niyeta xwe ji bo lêgerîna gazê li Deryaya Spî ragihand.

Qubris jî dibêje Tirkiyê herêma wê ya aborî binpê dike.

Leave a Reply

Back to top button