SOHR: Dewleta Tirk di hefteyekî de 309 Sûrî dersînor kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) ê ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê di hefteyekî de 390 koçberên Sûrî vegerandiye Sûriyê.

Dewleta Tirk li heremên dagirkirî taybet jî Efrînê malên mêtîngeh avakir

Û niha jî di van malan de ji bo pêkanîna guhertina demografîk koçberên grêdayî xwe bi cih dike.

SOHR’ê ragihand ku dewleta Tirk ya dagirker di çarçoveya polîtîkayên guhertina demgorafîk de, 90 penaberên Sûriyeyê dersînor kirin.

Navendê da zanîn ku dewleta Tirk ya dagirker, 90 penaberên Sûriyeyê di deriyê sînor yê Bab El Selame de dersînor kirine.

Li gorî SOHR, hejmara penaberên Sûriyeyê ku di kêmî hefteyekê de di heman deriyê re hatine dersînorkirin gihiştiye 390 penaberan.

Back to top button