Ji ber kêmkirina ava Firatê rûbera çandiniyê kêm dibe

Endamê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîd El Elî ev hişyarî da:
“Heger qutkirina avê berdewam bike dê bibe sedema kêmbûna rûbera çandiniyê.”

Ebdulhemîd El Elî diyar kir ku dewleta Tirk niha şerê avê dimeşîne û got:

“Ev şerê tê meşandin aborî yê mezin e.

Li gorî daneyên mewsima zivistanê, li Reqayê 800 hezar donim heye.

Piraniya wê bi genim hatibûn çandin.

Eger dewleta Tirk vî şerî berdewam bike em dê rûbirûyî karesateke aborî bin.”

Li gorî Ebdulhemîd El Elî, kêmbûna ava çem lêçûna çandiniyê zêde kir.

Her wiha barê cotkaran giran kir, lew ra cotkar neçar in bîran bikolin.

Back to top button